Bi mebesta piştgirîya girtiyên sîyasî yên li Îranê, 20ê Adara 2021ê bi rêya malperên revcom.us û freeiranpoliticalprisonersnow.orgê kampanyayek hat destpêkirin û xebatên ji bo beşa Tirkîyeyê hewce bûn, dest pê kirin. Em wergera kurdîya metina ji bo piştgirîyê hatîye amadekirin, li jêr bi we ra par ve dikin.
***
Li Îranê niha kampanyayeka girtin, şikence û înfazê ya bêrehm berdewam dike. Ev, rewşeke acîl e. Jîyan û heysîyeta bi sedan girtîyên siyasî di talûkeyeka mezin da ye. Ji bo mirovayîyê gelekî giring e ku kesên alîgirê dadê û daxwaza cîhaneka çêtir dikin, ANIHA destekê bidin doza serbestberdana girtîyên siyasî yên li Îranê.
Ji Çirîya Pêşîn ya 2020î û vir ve, Komara Îslamî ya Îranê (KÎÎ) pêleka mezin û kêfî ya girtinê li dijî çalakgerên ked, mafên jinan û mafên mirovan da destpêkirin. Di nava wan kesan da ronakbîrên mixalif û hunermend; protestoker û şorişger; û herwiha mirovên dîndar û endamên mînorîteyê jî hene.
Piranîya girtîyan niha şikencê dibînin. KÎÎ fişarê dike da ku ew “li xwe mikur werin”, darizandinên sixte dimeşîne û tevgerên mina qamçî kirin/lêdanê dike. Mirov di hucreyan da tên girtin, mafên wan yên qanûnî, standina destekê û alîkarîya tibî tên redkirin.
Sazgeha Efûyê ya Nanvneteweyî (Amnesty International), piştî ku di navbira Kanûna Pêşîn û Sibatê da 49 girtî hatin înfazkirin, di warê “zêdebûneka tirsnak ya înfazan” da hişyarî kir. Rabirdûyeka bixwîn ya vê rejîmê heye ku, her wekî 1988an, tev li înfazkirina mehkûmên siyasî ya bi komî, teşebisa wê heye ku her cure mihalefetê û berxwedanê bi tundî biperçiqîne.
Em nikarin destûrê bidin ku ev yek dîsa biqewime.
Tiştê giring ew e ku, bi lehengîyeka mezin li ber vê fişarê/zilmê tê sekinandin. Gelek malbatên girtîyan, piştgirên wan û hin sazgehên îranî, di ewlehîya xwe da dibihurin û ji bo HEMÛ mehkûmên siyasî yên li Îranê bi awayekî eşkere diaxivin û azadîya wan dixwazin.
Komeleya Nivîskarên Îranê (IWA), li gel ku di bin fişareka giran da ye, înfazkirina girtîyên bawermend şermezar kir. Arash Ganji jî di nav da, gelek endamên wan, ji ber ku pirtûkeka di derbarê têkoşîna kurdên Sûrî da wergerand, 11 sal cezeya girtîgehê xwar. Rojnameger û endamê Navenda Parêzkerên Mafên Mirovan Narges Mohammadi heşt sal û nîv ceze stand. Wî bixwe, ji bo du birayên şampîyonê gulaşê yê îranî Navid Afkari, banga protestoyan kiribû ku di 2018an da cezeya hucreyê xwaribûn. Birayekî 54 û yê din jî 27 sal ceze stand.
Belgefîlmê bi navê Nasrin (di derbarê Nasrin Sotoudeha parêzer da ye ku niha girtî ye) mînakeka vê kabûsa girtinê û vî ruhê berxwedanê yê xurt e.
Girtîyên siyasî yên li Îranê bi rewşeka tirsnak, xeternak û gelekî acîl rûbirû ne. Li jêr çend mînakên din hene:
– Komek mirovên ku welatîyên Ewropa, Avustûrya û DYAyê ne jî, li “qawîşa siyasîyan” ya girtîgeha ku navê wê bi xerabî derketîye Evînê dimînin. Sazgeha Efûyê ya Navneteweyî (AI) çend roj berê, di derbarê dudu ji van girtîyan da banga çalakîya acîl kir.
– Çalakgerê mafan, avahîsaza teqawid û welatîya Îran-Almanyayê Nahid Taghavi, nexweşê dîyabet û hîpertansîyonê ye. Keça wê Mariam Claren, ragihand ku dayîka wê 151 rojan di hucreyê da hatîye girtin û 147 rojên pêşî yên girtina wê 80 carî, bi giştî 1.000 saetî pirsyarî lê hatîye kirin.
– Li gor AIyê, welatîyê Îngilistan-Îranê ve çalakgerê mafê karkeran Mehran Raoof “ji zû da ye cezeya hucereyê dikêşe”. Destûr nehat dan ku Raoof parêzerên xwe yên li Îngilistanê bibîne, li Îranê ji malbatê tu kesê wî yê nêz tune ye û ev pênc meh in tu kes nizane ku baş e yan na.
– Pêwendîya girtîyên jin û malbat û parêzerên wan tê kêmkirin û her diçe vediguhezin girtîgehên dûrtir: Sepideh Gholiana rojnamegereka serbixwe ye, ji ber çêkirina nûçeyan û bi angaşta ku beşdarî greva karkeran bûye, hat girtin. Serê Adara 2021ê, ji nişkan ve, bi dû hev da, ji Girtîgeha Evînê ya li Tehranê ew veguhestin Girtîgeha Bushehrê, ku 603 mîlan dûrî malabata wê ye.
– Somayeh Kargahê çalakgerê kurd û perwendeyê felsefeyê yê ji Zanîngeha Tebrîzê ji 16ê Çirîya Pêşîn ve bi awayekî kêfî desteserkirî ye û ew ji Girtîgeha Evînê veguztin Quarchaka girtîgeha banlîyoyê ku bi xerabî nav daye. Rejîm, destûrê nade tedawîya tibî ya plankirî ku wê bi emelîyateka çav, rê li ber kwîrbûna wî bigire.
Hemû girtîyên siyasî yên li Îranê pêwîst e bê şert û yekser serbest bên berdan!
EM NIHA DIKARIN ÇI BIKIN?
- Piştgirîya vê banga rewşa acîl bikin û wê belav bikin. Fikirên xwe par ve bikin û/yan jî bi Kampanyaya Rewşa Acîl ya Bila Girtîyên Siyasî yên li Îranê Serbest Bên Berdan ra bixebitin û destekê bidin kampanyayê.
- Ji bo rizgarkirina girtîyên siyasî yên li Îranê, bi tevgera Burn The Cafe/Free The Birdsê ra bixebitin û piştgirîyê bidin kampanyayê. Serdana malpera kampanyayê bikin: https://www.freeiranspoliticalprisonersnow.org/. Li vîdeoyên kanala youtubeê yên kampanyayê temaşe bikin û wan par ve bikin: Emergency Campaign 2Free Irans Political Prisoners – YouTube. Wekî din jî, geşedanên hesabê Twitterê yê kampanyayê birêkûpêk bişopînin û di hesabê xwe da retweet bikin: Emergency Campaign 2Free Irans Political Prisoners (@IranPrisonEmerg) / Twitter. Hişyarî, guherîn û zanyarîyên van qadan bişpînin.
- Di hesabê medya sosyal ya xwe da vê bangê bi misogerî par ve bikin û bikin ku derdora we par ve bikin.
- Ji bo Sazgeha Efûyê ya Navneteweyî ji navnîşana e-postayê ContactUs@Amnesty.org ra kampanya me kopî bikin û bişînin.
- Bi mebesta pitgirîya girtîyên siyasî yên li Îranê civîn, forûm û protestoyan li dar bixin. Di van çalakîyan da nemaze li fîlmê Nasrin temaşe bikin û wî biweşînin.
- Ji navnîşana FreeIransPoliticalPrisonersNOW@gmail.com, ji bo Kampanyaya Azadî ji bo Girtîyên Siyasî yên li Îranê, xebatên xwe û dîtinên xwe bişînin.
- Nameya xwe ya protestoyê ji Wezareta Karên Derve ya Îranê ra binivîsin û kampanyayeka Twitterê bidin destpêkirin ku dixwaze Hemû Girtîyên Siyasî yên li Îranê Bila NIHA Serbest bên Berdan! Navnîşan: Eyaleta Tehranê, Tehran, Herêm 12, Kolana Emam Khomeyni, 11369 14811, Îran. Telefon +98 21 6115 0000. Wezareta Karên Derve ya Îranê. (@IRIMFA_EN)
[wd_hustle id=”15″ type=”embedded”/]
Add comment